Wezîrên derve yên Iraq û Sûriyeyê tekeziyê li ser ewlehî û aramiya her du welatan dikin

Wezîrê Derve yê Iraqê û hevtayê wî yê Sûrî tekezî li ser pêwîstiya ewlehî û aramiyê li her du welatan dikin, herwiha behsa vegera nûnerên dîplomatîk yên Iraqê bo Şamê dikin.

31.12.2024, Sal - 07:22

Wezîrên derve yên Iraq û Sûriyeyê tekeziyê li ser ewlehî û aramiya her du welatan dikin
Nuçe Belav bike

Wezareta Derve ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên roja 30î Berçile bi telefonê bi Wezîrê Derve yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Es’ed Şîbanî re axivî. 

Da zanîn jî, di pêwendiya telefonî de, her du aliyan tekezî li ser giringiya pêwendiyên di navbera her du welatan de, ewlehî, aramî û hevahengiya di navbera wan de kirin.

Wezareta Derve ya Iraqî got, Husên ji hevtayê xwe yê Sûrî re got ku Iraq li ser vegerandina şanda xwe yê dîplomatîk bo Şamê pêdagir e, ji bo berdewamkirina erkê xwe li wî welatî.

Herwiha Husên amaje bi serdana Serokê Îstixbarata Iraqê Hemîd Şetrî bo Şamê û hevdîtinên wî yên bi berpirs û rayedarên nû yên wî welatî kir û ew civîn bi berhemdar bi nav kirin.

Ji aliyê xwe ve, Şîbanî tekez kir ku Sûriyeya nû giringiyê dide şanda dîplomatîk ya Iraqê û got, ewlekarî û aramiya Iraqê beşeke bingehîn a ewlekarî û aramiya Sûriyeyê ye.

Her du alî li ser liv û tevgerên vê dawiyê yên çekdarên DAIŞê li ser sînorên her du welatan jî gotûbêj kirin û ji bo rûbirûbûna van gefan, pêwîst dîtin ku sînor bên tundkirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 570 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:43:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x