Wezîrê Petrolê yê Îraqê li ser petrola Kurdistanê daxuyaniyeke nû da

Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî ragihand ku hewlên ji bo destpêkirina hinartina petrola Kurdistanê ji bo bendera Ceyhanê berdewam in.

24.02.2024, Cts - 15:34

Wezîrê Petrolê yê Îraqê li ser petrola Kurdistanê daxuyaniyeke nû da
Nuçe Belav bike

Ebdulganî tekez kir ku li ber hinartina petrola Kurdistanê sedemên derve û navxweyî hene lê danûstandin bi erênî pêş de diçin.

Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî beşdarî Şeşemîn Konferansa Diyaloga Bexdayê ya Navneteweyî bû û bersiv da pirseke li ser petrola Kurdistanê.

Ebdulganî diyar kir ku Îraq di warê hinartina petrolê de nikare tenê pişta xwe bi Kendava Besrayê re girê bide û ji bo berfirehkirina alternatîfan ew hewl didin.

“Em bi birayên xwe yên Herêma Kurdistanê re di nva danûstendinan de ne”

Ebdulxenî da zanîn ku ji bo destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê danûstandin berdewam in û wiha pê de çû:

“Wek hûn jî dizanin, girêdayî sîstema berhemanîn û veguhestina petrolê ya Herêma Kurdistanê, ji ber ku Tirkiye bi awayekî yekalî tevdigeriya li ser biryara dadgeha hakemê hinartina petrolê ji bo bendera Ceyhanê hatibû rawestandin.

Niha ji bo dîsa destpêkirina hinartina petrolê, em bi birayên xwe yên Herêma Kurdistanê re di nva danûstendinan de ne.”

“Sedemên derve û navxweyî hene”

Exbdulxenî tekez kir ku li ber hinartina petrola Kurdistanê sedemên derve û navxweyî hene û wiha got:

“Ji ber ku girêbestên kompanyayên derxistina petrolê yên li Herêma Kurdistanê ji girêbestên kompanyayên petrolê yên ser bi Wezareta Petrolê ta Hikûmeta Federal cuda ne.

Em niha bi van kompanyayan re danûstandinê dikin ji bo nûkirin û sererastkirina van girêbestan û li gorî destûra Îraqê.

Bi baweriya min dê kompanî li gorî girêbestên nû tevbigerin ji ber ku armanca wan berdewamkirina berhemanîna petrolê ye.

Danûstandinên me bi awayekî erênî pêş de diçin, hêvîdar im encamên baş bên bidestxistin.

Çi bûbû?

Dadgeha Bazirganiya Navdewletî (ICC) ya li Parîsê, 25ê Adarê veguhastina Petrola Kurdistanê ya bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê sekinandibû.

ICCyê ev biryar li ser daxwaza Îraqê wergirtibû û ji wê demê ve Petrola Kurdistanê bi rêya vê benderê nayê hinartin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 334 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:38:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x