Yehya Resûl: Em hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji êrîşa li Bexdayê berpirsyar dibînin

Berdevkê Fermandariya Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi êrîşa li ser baregeha Heşda Şeibî li Bexdayê tometbar kir û got: “Ev yek binpêkirina eşkere ya serwerî û ewlehiya Iraqê ye.”

04.01.2024, Per - 12:21

Yehya Resûl: Em hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji êrîşa li Bexdayê berpirsyar dibînin
Nuçe Belav bike

Yehya Resûl daxuyaniyek derbarê êrîşa li ser navendeke Heşda Şeibî li Bexdayê de belav kir ku tê de, 3 serkirdeyên Heşda Şeibî hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.

Yehya Resûl ev êrîş bi “binpêkirina eşkere ya serwerî û ewlekariya Iraqê” bi nav kir û got: “Ti cudahiya wê ji kiryarên terorîstî nîne.”

Herwiha got jî, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li hember vê êrîşa bêserûber a li ser dezgeheke ewlekarî ya Îraqî “berpirsyar” in ku di bin desthilatdariya fermandarê giştî de kar dike.

Destnîşan kir jî, “ev êrîş berûvajî hemû têgihîştinên di navbera hêzên çekdar ên Îraqî û hêzên Hevpeymanîya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de ye.”

Yehya Resûl di beşeke din a daxuyaniya xwe de, armanckirina baregehên Heşda Şeibî li Bexdayê weke pêşhat û êrîşeke metirsîdar li ser Iraqê bi nav kir.

Ev daxuyaniya Yehya Resûl piştî wê, dronekê îro danê nîvro baregeha Tevgera Nûceba ya ser bi Heşda Şeibî ve li kolana Filistîn a Bexdayê kire armanc û tê de, 3 serkirdeyên Heşda Şeibî hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.

Heta niha Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê derbarê vê êrîşê de ti daxuyaniyeke fermî nedane û berpirsiyariya wê negirtine ser xwe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 332 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:55:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x