DAIŞê 2 leşkerên tirk şewitand

DAIŞê bi rêya vîdyoyekê ragihand ku her du leşkerên Tirk ên sala çûyî revandibû hatine şewitandin. 2 leşkerên din ên meha borî li derdora El Babê bi birîndarî hatibûn revandin jî bi guleberdana serê wan hatine kuştin.

23.12.2016, Cum - 07:02

DAIŞê 2 leşkerên tirk şewitand
Nuçe Belav bike

Di dîmenên 19 xûlekî de leşkerên bi navê Serter Taş û Fethî Şahîn xwe didin naskirin. Paşî herdu leşker tên şewitandin.

Di girteya dîmenan de DAIŞ gefan li Tirkiyê dixwe, leşkeran weke “mûrted” binav dike û diyar dike, ku eger leşkerên xwe ji Sûriyê venekişin dê dîmenên wiha berdewam bikin.

Derbarê van dîmenan de heta niha ji berpirsên Tirkiyê ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Herwiha, hate ragihandin, ku DAIŞê 2 leşkerên din ên Tirkiyê, ku di operasyona Mertala Firatê de revandibûn, bi gulleyan kuştine.

Piştî belavkirina van dîmenan li Tirkiyê bikaranîna torên civakî zehmet bû.


Ji ber ku di vîdyoya DAIŞê ya navborî de dîmenên nexweş hene di çarçoveya polîtîkaya weşanê ya NerinaAzadê di nûçeyê de ti dîmenek nehatiye belavkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2490 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:56:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x