DAIŞê El Bab tijî teqemenî kiriye

Operasyonên Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) yên li herêma El Baba Sûriyeyê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê didomin. Li gorî çavkaniyên leşkerî DAIŞê El Bab tijî teqemenî kiriye.

27.12.2016, Sal - 07:10

DAIŞê El Bab tijî teqemenî kiriye
Nuçe Belav bike

Operasyonên Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) yên li herêma El Baba Sûriyeyê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê didomin. Li gorî raportên çavkaniyên leşkerî yên Tirkiyeyê, DAIŞê her der bi bombe û teqemeniyên destçêkirî pêçaye û nirxandina ‘ne El Bab, bûye wekî El Bombe.' Hat kirin.

Li gorî nûçeya Ugur Erkanê rojnameya Hurriyetê, rêxistina terorîst a DAIŞê li bajarokê êl Babê yê Sûriyeyê ku 30 kîlometroyî ji sînorê Tirkiyeyê dûr e, di dîwarên malan de ji bo mewziyên çekan kul vekirine.

Herwiha li gorî nûçeyê, DAIŞê teqemeniyên RDX ku herî zêde artêşên bi pergal xwediyê wan çekan in, li devê deriyan û di rêyan de veşartine. Tê gotin ku DAIŞê gelek dewr û beren bajêr bi bombe û teqemeniyan xefik vedane.

Herwiha li gorî nûçeyê, DAIŞê teqemeniyên RDX ku herî zêde artêşên bi pergal xwediyê wan çekan in, li devê deriyan û di rêyan de veşartine. Tê gotin ku DAIŞê gelek dewr û beren bajêr bi bombe û teqemeniyan xefik vedane.

Li gorî îstîxbaratên çavkaniyên leşkerî ku ji wesîteyên çavdêrî, axaftinên bêtêl û ji çavkaniyên herêmî bi dest xistine, DAIŞê li deriyên malan, li ser rêyan û gelek deran bombe û teqemeniyên ku heryek 400-500 xarên hesinî ku ji bo bandora wê zêdetir be di nav de xefik vedane.



Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2154 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:15:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x