Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari dê bi Devlet Bahçelî re bicivin.
Civîna bi Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî re dê 27ê Gulanê li Parlamentoya Tirkiyeyê pêk were.
Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî jî dê di heyeta DEMê de cih bigirin.
Li gorî Ajansa Mezopotamyayê (MA), civîn dê demjimêr 11:30î dest pê bike.
DEM Partî dê rojên pêşiya me bi AK Partiyê re jî hevdîtinekê bike.