Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Amerîkayê civiyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio doh 23ê Gulanê li avahiya Wezareta Derve ya Amerîkayê li paytext Washingtonê civiyan.

24.05.2025, Cts - 10:00

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Amerîkayê civiyan
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdaneke fermî de li Amerîkayê ye û di vê serdanê de heta niha gelek hevdîtin û civîn bi berpirsên payebilind ên wî welatî re pêk anîne. Tê payîn ku di civîna îro ya bi Wezîr Rubio re jî, hejmarek mijarên girîng û pêwendiyên hevbeş bên nirxandin û gotûbêjkirin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê roja Înê li ser malpera xwe ya fermî ragihandibû ku Wezîrê Derve Marco Rubio dê saet 1:30ê piştî nîvro bi dema Amerîkayê (saet 8:30ê êvarê bi dema Herêma Kurdistanê) li avahiya wezaretê pêşwaziyê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bike.

Li gorî heman daxuyaniyê, biryar e piştî bidawîbûna civînê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve Marco Rubio konferanseke rojnamevanî ya hevbeş lidar bixin û tê de behsa naveroka civînê û mijarên hatine gotûbêjkirin bikin.

Vî nûçeyê tevayî: 117 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:18:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x