Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li ser civîna Mesrûr Barzanî û Marco Rubio daxuyanî da

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li ser civîna Mesrûr Barzanî û Marco Rubio got, “Rubio piştgiriya Amerîkayê ya ji bo Herêma Kurdistaneke xurt û li ser xwe dupat kir.”

24.05.2025, Cts - 10:05

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li ser civîna Mesrûr Barzanî û Marco Rubio daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê da zanîn, Marco Rubio di hevdîtina xwe ya bi Mesrûr Barzanî re de ji bo peymanan pesnê wî daye û piştgiriya xwe ya ji bo Herêma Kurdistaneke xurt dupat kiriye.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio li Washingtonê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî kir.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tammy Bruceyê di daxuyaniya xwe li ser hevdîtinê de got:

“Wezîr Rubio û Serokwezîr Barzanî gotûbêj li ser derfetên bipêşxistina zêdetir a bazirganî û veberhênanê di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de kirin.

Wezîr ji bo peymanên bi kompanyayên Amerîkî re û ji bo berfirehkirina hilberîna gaza xwezayî ya li Herêma Kurdistanê ku alîkariya Îraqê dike ber bi serbixwebûna enerjiyê ve gav bavêje pesnê Serokwezîr da.”

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tammy Bruceyê her wiha anî ziman:

“Marco Rubio û Mesrur Barzanî behsa daxwaza parastina mafên kêmîneyên olî û neteweyî yên li Îraq û Sûriyeyê kir.

Wezîr ji bo Herêma Kurdistanê ya xurt û li ser xwe wekî stûneke bingehîn a wê pêwendiya ku Amerîka bi Îraqê re heye piştgiriya Amerîkayê dupat kir.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 87 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:34:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x