Li 2 gundên Hewlêrê agir bi zeviyan ket

Li Hewlêrê li gundên Şemamok û Qûştepeyê di zeviyên genim de ji ber sedemeke ku hîn nehatiye diyarkirin du şewatên mezin derketin.

24.05.2025, Cts - 10:07

Li 2 gundên Hewlêrê agir bi zeviyan ket
Nuçe Belav bike

Şeva borî derdora saet 23:00yan li deşta gundê Şemamokê yê Hewlêrê ji ber sedemeke ne diyar agir bi zeviyan ket.

Bi bandora bayê dijwar agir belav bû û xebatên vemirandinê berdewam in.

Nûçeya şewata duyemîn jî ji gundê Qûştepeyê hat.

Berdevkê Wezareta Çandiniyê Hîwa Elî ragihand ku şewata yekem li gundê Şemamokê dest pê kir û ya duyemîn ku gihaye herêma Qûştepeyê bi zehmetî tê kontrolkirin.

Hîwa Elî li ser medyaya civakî daxuyaniyek parve kir û ragihand:

“Şewata li Şemamokê mezin e û malan û qadên çandiniyê yên gundan dixe metirsiyê.

Niha şewat gihîştiye çend gundên din ên wekî Sîrawê, Elyava, Mastava û derdora wan.”

Hîwa Elî diyar kir ku ji ber bayê dijwar gund hatine valakirin, tîmên agirvemirandinê hewla vemirandinê didin lê ba xebatên vemirandinê dijwar dike.

Berdevkê Wezareta Çandiniyê Hîwa Elî her wiha anî ziman:

“Gundî ji ber xeteraya şewatê neçar man malên xwe vala bikin.

Tîmên agirvemirandinê ji destê sibehê ve hewl didin şewatê kontrol bikin.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 94 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:40:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x