DAÎŞ vî bajarê serxwebûn îlankir

Li gorî daxuyaniya çavkaniyekî ji bajarê Mûsilê rêxistina terorîst a DAIŞê bu du perçe û perçeyek ji wan li Telaferê serxwebûna xwe ragihand.

13.07.2017, Per - 08:47

DAÎŞ vî bajarê serxwebûn îlankir
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya BasNewsê ku dispêre malpera Sumeriye Newsê çavkaniyên navxwe yên bajarê Mûsilê di daxuyaniyeke rojnavemanî de got: "Rêveberiya DAIŞê li bajarê Telaferê bi beyanameyekê ragihandiya ku ew bajar wîlayetek serbixwe ye di nav ‘dewleta xilafetê' de û gef li dijî kesên ku li hemberî fermanê rawestin kiriye."

Çavkanî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Telafer bi temamî di destê rêveberên ereb û biyanî de ye. Piştî ku çend hefte berî niha hin rêveberên Iraqî yên DAIŞê li Telaferê hatin gulebaran kirin, rêvebirên navxweyî yên wî bajarî ti rolek di destê wan de nemaye."

Li gorî zanyariyan rêxistina terorîst a DAIŞê li Telaferê hemû fermanên xwe heta niha bi logoya wîlayeta Nînowa ya rêxistinê ve rêdikir, lê niha ew hilweşand û xwe bi serbixwe dizanin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2021 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:25:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x