Di nav DAIŞê de çend kurd hene?

Rêveberê Pêwendî û Hevjiyana Olî li Wezareta Ewqafa Herêma Kurdistanê Merîwan Neqişbendî got, ji Herêma Kurdistanê 500 kes tevlî rêxistina DAIŞê bûne û ji wan 300 çekdar hatine kuştin.

24.05.2017, Çar - 07:45

Di nav DAIŞê de çend kurd hene?
Nuçe Belav bike

Rêveberê Pêwendî û Hevjiyana Olî li Wezareta Ewqafa Herêma Kurdistanê Merîwan Neqişbendî ji Rûdawê re diyar kirk u ji destpêka şer heta niha 500 xortên Kurd tevlî DAIŞê bûne.

Merîwan Neqişbendî derbarê Kurdên tevlî DAIŞê bûne de wiha got: “Ji 500 kesî Kurd ên çûne di nav DAIŞê de zêdetirî 300 kesî hatine kuştin. 150 Kurdên di nav DAIŞê de radestî Hêzên Pêşmerge bûne. Herwiha derbarê 25-30 kesan de zaniyariyên me nine. Li kû derê ne em nizanin.”

Neqişbendî da zanîn ku derbarê hin çekdarên digel malbata xwe çûne di rêxistinê de jî li ser zarokên wan ti zaniyariyên berdest nine.

Rêveberê Pêwendî û Hevjiyana Olî li Wezareta Ewqafê destnîşan kirk u ji sala 2015ê ti Kurd tevlî rêxistinê nebûne.

Hêzên Asayişa Herêma Kurdistanê gelek caran li kampan pişkinina şaneyên razî yên DAIŞê dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2075 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:22:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x