HSD: Dibe ku Ebû Bekir Bexdadî li Hecîn be

Peyvdara bi navê Operasyona Dêra Zorê Lîlwa Ebdella ragihand, ku piraniya serkirdeyên DAIŞê li bajarokê Hecîn in û dibe ku xelîfê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî jî li wî bajarokî be.

19.11.2018, Pts - 06:31

HSD: Dibe ku Ebû Bekir Bexdadî li Hecîn be
Nuçe Belav bike

Lîlwa Ebdella ji malpereke Erebî re behsa rewşa şerê li Dêra Zorê kir û zelal kir, ku piranya çekdarên DAIŞê yên li Hecîn mane, biyanî ne û ji şendîn welatan in.

Herwiha bi gotina Lîlwa: Giringtirîn serkirdeyên DAIŞê li wê navçeyê ne û dibe ku Ebû Bekir Bexdadî yan malbata wî li wê navçeyê be û HSD bi berdewamî çavdêriya bingehên DAIŞê û tevgera çekdarên wê girûpê dike da ku serkirdeyên xwe nerevînin.

Navhatî got jî: Operasyonên me bi tundî li dijî DAIŞê berdewam in û şervanên me karîne bingeheke serkirdatiya DAIŞê jinav bibin û bi dehan çekdarên DAIŞê bikujin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1257 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:51:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x