Lî Celewla ji ber êrîşa DAIŞê 2 kes mirin

Îşev pêncşemê rêxistina terorîst DAIŞê êrîş aniye ser xelkê medenî û artêşa Iraqê li bajarokê Celewla yê ser bi navşeya Xaneqînê.

25.10.2019, Cum - 08:20

Lî Celewla ji ber êrîşa DAIŞê 2 kes mirin
Nuçe Belav bike

Endamê Encûmena Celewlayê Beşîr Ebdulla axivî û got: “Îşev ji saet 21:00an va rêxistina DAIŞê li herêma Şêx Baweyi ya di navbera Celewal û Xaneqînê da êrîşî hêzên Iraqê kir.”

Herwiha Beşîr Ebdulla da zanîn ku di encama êrîşa terorîstên DAIŞê li gundê Silêman li herêma Şêx Bawe 2 kes hatine kuştin û DAIŞê bi çekên qenas êrîş kiriye.

Herwiha Beşîr Ebdulla da zanîn ku aniha xelkê gund rahiştine çekan û gundên xwe dijî wan êrîşên DAIŞê diparêzin.

Li aliyê din Berpirsê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li nahiya Celewla ya Xaneqînê, Mehmûd Delo ji BasNewsê re got di encama êrîşa DAIŞê da 2 kes hatine kuştin û çend kes jî birîndar bûne.

Celewla ser bi nahiyeya Xaneqînê ya û di bin îdareya Germîyanê da ye.

BasNews
Vî nûçeyê tevayî: 1018 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:17:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x