Li Iraqê DAIŞ êriş kir: 10 mirî

Li bajarê Selahaddîn yê îraqê di nav goristanekê de êrişa bombeyî hatkirin, di encama êrişê de 10 kes hatin kuştin 14 kes jî birîndar bûn.

13.04.2018, Cum - 05:49

Li Iraqê DAIŞ êriş kir: 10 mirî
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyên ku hatin bi dest xistin li bajarê Seleheddîn li navçeya Şerqetê li grûbeke ku li goristanê dixebitîn êrişeke bombeyî hat kirin. Di encama êrişa ku ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hat kirin de 10 kesan jiyana xwe ji dest da. Navçeya Şerqetê 160 kîlomêtre dikeve Bakurê Bexdayê.

Beriya demekê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî anî ziman ku "li hember DAIŞê têkoşîna leşkerî qediyaye, DAIŞ ji erdê Iraqê hat paqijkirin" lê van êrişên ku tên kirinê dide nîşan ku DAIŞ neqediyayê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1352 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:22:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x