Rayedarên Îranê kuştina Bexdadî piştrast kirin

Rayedarên Îranê kuştina Serokê DAIŞê Ebubekîr Bexdadî ya di encama êrîşên asmanî yên Rûsyayê de piştrast kirin.

30.06.2017, Cum - 06:31

Rayedarên Îranê kuştina Bexdadî piştrast kirin
Nuçe Belav bike

Pasavanên Şoreşa Îranê ragihandin ku wan ji çend çavkanîyên cuda piştrast kiriye ku Serokê DAIŞê Ebubekîr Bexdadî hatiye kuştin.

Pasavanên Şoreşa Îranê yêne girêdayî Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Xameney Alî Şîrazî ragihand ku ti şik û gumana wan ji kuştina Bexdadî nîne.

Televizyona Îranê hinek fotoyên bi îdiaya termnê Bexdadî weşandin ku li gor tesbîta Spûtnîkê ew wêne yên sala 2015an e û sexte ne.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Oleg Siromolotov berî niha gotibû, bi îhtimaleke mezin Serokê DAIŞê Bexdadî di êrîşa asmanî ya Rûsyayê de hatiye kuştin.

Siromolotov diyar kiribû ku di dawîya meha Gulanê de di encama êrîşeke balafirên Rûsyayê de, bi îhtimaleke mezin Serokê DAIŞê Ebubekir Bexdadî hatiye kuştin.

Li gor Sirolomotov kuştina Bexdadî roleke mezin di jihevçûna terorîstan de dilîze û dibe sedema tirsê û panîkê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2030 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:26:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x