Reuters: DAIŞê êrîşa Reinayê girt ser xwe

Reutersê ragihand ku DAIŞê berpirsyariya xwe li ser êrîşa sersalê ya klûba Reinayê ya Stenbolê ragihand.

02.01.2017, Pts - 09:41

Reuters: DAIŞê êrîşa Reinayê girt ser xwe
Nuçe Belav bike

DAIŞê di daxuyaniya xwe de wiha got:Di berdewamiya operasyona dewleta îslamî li dijî Tirkiyeya ku xaçperestan diparêz de, leşkerekî xîlafetê yê leheng êrîşî yek ji navdartirîn klûban kir ku xiristiyanên cejna xwe ay muşrikane lê pîroz dikir."

Herwiha di berdewamiya daxuyaniyê de, DAIŞê diyar kir ku êrîş bi narincok û reşandina guleyan pêk hatiye û di encamê de 150 kesî hatin kuştin û birîndar kirin. Ji aliyê din ve, DAIŞê di daxuyaniya xwe de diyar dike ku ev êrîş li ser banga "emîrê muiminan" pêk hatiye û wiha dibêje: " Bila hikûmeta tirk a murted vê bizane; xwîna misilmanan a ku bi balafir û topxaneya wê tê rijandin dê di mala wê de bibe agir û bi wan keve."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2324 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:28:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x