Êrîşkarê Berlînê hate kuştin!

Êrîşkarê Berlînê ku bi TIRê 12 kes kuştibûn, li Îtalyayê hate kuştin.

23.12.2016, Cum - 10:47

Êrîşkarê Berlînê hate kuştin!
Nuçe Belav bike

Anis Amriyê tunusî, roja 19ê Kanûnê li bazara Noela Berlînê bi TIRê dabû ser xelkê û bibû sedema kuştina 12 kesan û birîndarbûna 49 kesên din.

Anis Amrî li bajarê Mîlanoyê, di pevçûnekê de ji aliyê polîsên Îtalyayê ve hate kuştin.

Hêjayê gotinê ye ku li seranserê Ewropayê polîs li pey Anis Amri bûn. Malbata Amrî jî banga xweradestkirinê li wî kiribûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2151 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:01:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x