Rûsya: 200 terorîst hat kuştin!

Rûsya'yê daxûyand ku Bajarê Deyre Zor'ê li hember DAÎŞ'ê lidarxistina êrişa hewayî herî kêm 200 terorîstên DAÎŞ'î kuştin e.

21.08.2017, Pts - 09:41

Rûsya: 200 terorîst hat kuştin!
Nuçe Belav bike

Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku balafirên şer ên Hêza Hewayî yên Rûsyayê li Dêra Zorê konvoya terorîstên DAIŞî bombebaran kir, di êrişê de 20 wesayîtên rêxistinê ku tank û navgînên zirxî jî di nav de bûn hatin rûxandin û herî kêm 200 milîtan hatin kuştin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku rêxistina terorîst li baregeha xwe ya li Sûriyeyê dixwest dîsa kom bibe. Konvoya rêxistinê dema li herêmê ber bi Dêra Zorê ve hereket kir, rastî êrişa balafirên şer ên Hêza Hewayî ya Rûsyayê hat.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1781 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:24:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x