Şeva bûrî agir bi bazara Qeyserî ya Kerkûkê ket û di encamê de piraniya dukanên kesbkaran şewitîn.
Şeva bûrî agir bi bazara Qeyserî ya Kerkûkê ket û li gor zanyariyan zêdetir ji 350 dukanî şewitîn.
Herçend e niha bi fermî sedema vêketina agir nehatiya ragihandin, lê tê gotin, bi sedema şortê kehrebê bû.
Bazara Qeyserî ya Kerkûkê yek cihên dîrokî yên bajêr in û dîroka wê vedigere sala 1955an. Herwiha 7 deriyên wê bazarê hene.