Amerîka û Herêma Kurdistanê li hev kir û Pêşmerge vedigere Kerkûkê

Hat ragihandin ku Amerîka û Herêma Kurdistanê ji bo vegera hêzên Peşmerge bo Kerkûk û navçeyên wê li hev kiriye. Li gor agahiyan hefteya pêşiya me Pêşmerge vedigere Kerkûkê.

03.04.2018, Sal - 12:05

Amerîka û Herêma Kurdistanê li hev kir û Pêşmerge vedigere Kerkûkê
Nuçe Belav bike

Berpirsê Yekgirtuya Îslamî yê Kerkûkê Ednan Seyîd di axaftina xwe ya BasNewsê de gotiye: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Amerîka li hev kirin û dê hefteya pêşiya hêzên Pêşmerge dê vegerin Kerkûkê. Her çi qas partiyên siyasî ji bo kampanyeya hilbijartinan li hev kiribin jî îhtîmale gengeşî derkeve û divê em ji vê re amade bin."

Edanan Seyîd di berdewamiya axaftina xwe de dibêje: "Em nizanin bê milîsên Heşda Şeibî wê li Kerkûk û derdorên wê destûra kampanyeya hilbijartin a kurdan bide an na. Li Kerkûkê leşkerên girêdayî mezhebên şîî û sunî hene û girêdayî partiyên siyasî ne. Di dema hilbjartinê de pêwajoya ewlehiye dikeve talûkê, lewma divê hemû aliyên siyasî di nava hevkariyê de bin. Eger hevkarî neyê sazkirin dibe gengeşiyeke mezin pêk were."

Seyîd di dirêjiya axaftina xwe de got: "Lê milîsên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê wê nikaribe kampanyeya hilbijartinê asteng bike ji bo ku di encama hevdîtinên hêzên amerîkî û hikûmeta Kurdistanê de tê pêşbînikirin ku hefteya pêşiya me hêzên Pêşmerge bo ewlehiyê vegere Kerkûkê. Ji bo kampanyeya partî û pekhateyên kurdan vegera Pêşmerge bo bajêr şert e. Eger Pêşmerge venegere dibe gengeşî û pevçûnên cidî biqewimin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 4218 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:33:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x