Cebheya Tirkmen: Kerkûk tê erebkirin

Serokê Grûba Tirkmen a Parlamentoya Kurdistanê Aydin Maruf di axaftina xwe de ragihand ku demografiya bajarê Kerkûkê tê guherandin.

06.06.2018, Çar - 08:03

Cebheya Tirkmen: Kerkûk tê erebkirin
Nuçe Belav bike

Serokê Grûba Tirkmen a Parlamentoya Kurdistanê Aydin Maruf di axaftina xwe ya KDP Infoyê de got: "Li Kerkûkê ewlehî di talûkê de ye û rewşa siyasî ya bajêr pir xerab bûye. Di mijara erebkirina Kerkûkê de em jî tevlî endîşeyên kurdan dibin. Em dizanin operasyona erebkirinê ku malbatan ji başûrê Iraqê tînin û li Kerkûkê bi cih dikin. Hemû pêkhateyên Kerkûkê di metirsiyê de ne."

Aydin Maruf di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ewlehiya bajarê Kerkûkê gelekî metirsîdar e. Kurd dibêjin jiyana hevpar a bajêr ketiye binê talûnê û em jî tevlî vê nêrînê dibin. Jixwe îdîayên ku di hilbijartinê de sextekarî hat kirin rewşa bajêr xerabtir kir."

Maruf di dirêjiya axaftina xwe de got: "Nebûna îstîqrara siyasî ewlehiya bajêr jî têk dibe. Lewma divê dîsa li Kerkûkê îstîqrar were sazkirin û hemû pêkhateyên bajêr dilxweş bibin. Eger ev nebe rewşa heyî wiha nadome."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1242 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:14:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x