Divê partiyên kurd hilbijartinê boykot bikin

Daxwaz û hêviyên kurdan ên ji bo rewşa Kerkûkê nehatine cîbicîkirin û di demekê de ku dê di 15ê vê mehê de kempînên propagandayên hilbijartinên parlamentoya Iraqê têne destpêkirin.

10.04.2018, Sal - 07:24

Divê partiyên kurd hilbijartinê boykot bikin
Nuçe Belav bike

Digel ku ew daxwazên aliyên siyasî yên Kurdistanî ku Bexdayê hê pêk neanîne, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî weke mezintirîn partiya Kurdistanî (ji aliyê dengan ve) li sînorê parêzgeha Kerkûkê û çend deverên arîşedar hilbijartin boykot kiriye.

Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî jî amaje bi wê yekê dike ku hê Kerkûk di rewşeke neyasayî û nedestûrî de ye beşdarbûn di her proseyekê de di bin şertûmercên weke niha de ne di berjewendiya kurdan de ye.

Rêbwar Talebanî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Yek ji wan birgeyên ku me gilî li ser tomar kiriye, ev e ku biryarek ji dadgehê ve derkeve daku rê ji birêveçûna hilbijartinan li Kerkûkê were girtin, çimku rewşa xelkê ne di cihê xwe de ye, ji aliyê amadebûnê ve herwiha ji aliyê ewlekariyê ve jî, ku hin hêz hene, ku xelk ligel wan ne asûd ne, lewma eger ku hemû partiyên Kurdistanê hilbijartinê boykot bikin, dê gelek baş be, eger ku hilbijartin jî hate encamdan, divê ji niha ve em rabigihînin ku em îtîrafê bi encamên van hilbijartinan nakin û nedirist e."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1146 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:08:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x