Ebadî: 'Nabe referandûm li Kerkûkê bê lidarxistin'

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî derbarê referandûma Kerkûkê bo tevlîbûna Herêma Kurdistanê de axivî û got, "Nabe ku referandûm li Kerkûkê bo tevlîbûna Kurdistanê bê lidarxistin"

12.04.2017, Çar - 07:16

Ebadî: 'Nabe referandûm li Kerkûkê bê lidarxistin'
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî helwesta xwe ya ji bo referandûma diyarkirina statûya Kerkûkê eşkere kir.

Heyder Ebadî bi daxuyaniyeke rojnamevanî destnîşan kir, ew ne bi vê yekê re ne ku li Kerkûkê referandum bê lidarxistin.

Ebadî got: "Nabe ku referandûm li Kerkûkê ji bo tevlîbûna Herêma Kurdistanê bê lidarxistin. Ez bi yek endazeyî nêzîkî hemû pêkhateyên Kerkûkê me û em dixwazin pirsgirêka deverên nakok bi hevkarî, diyalog û danûstandinê bê çareserkirin."

Encumena parêzgeha Kerkûkê piştî biryara bilindkirina Ala Kurdistanê li ser avahiyên tevahiya saziyên fermî yên Kerkûkê, biryara lidarxistina referandumekê jî dabû, da ku statûya Kerkûkê were diyarkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1684 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:30:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x