Em rê nadin pêşmerge vegerin Kerkûkê

Fermandeyê pilana sepandina yasa li parêzgeha Kerkûkê ragehand ku, bi ti awayekê rê nadin pêşmerge vegerin parêzgeha Kerkûkê, ev yeke jî dema di 16ê Cotmeha borî de bajar bi destê xiyanetan radestî Heşda Şebî hat kirin.

27.04.2018, Cum - 05:44

Em rê nadin pêşmerge vegerin Kerkûkê
Nuçe Belav bike

Do fermandeyê pilana sepandina yasa ya bi ser hêzên dijterora Iraqê li parêzgeha Kerkûkê ya dagîrkirî Mein Seedî di kongreyeke rojnamevanî de ew nûçeyên behsa wê yekê dikin ku, hêzên pêşmergên Kurdistanê vedgerin nav parêzgeha Kerkûkê nerastin û ti bingeha wan nîne û got ku, pêşmerge navegerin parêzgeha Kerkûkê.

Herwiha wî berpirsê iraqî da zanîn ku, hêzên asayîşa Kerkûkê amadekariyên xwe bo parastina parêzgehê li roja helbijartinan bi dawî kirine û di amadebaşiyê de ne.

Mein Seedî got jî ku, hêzên hevpeymaniya navnetewî û yên Iraqê dê bingehên dengdanê roja helbjartinan biparêzin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1281 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:21:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x