Ji bo parastina Kerkûkê daxwaza yekdengiya serkirdatiya siyasî ya Kurd tê kirin

Serokê Desteya Navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdariya Herêma Kurdistanê Fehmî Burhan ragihand, pirsgirêkên navçeyên madeya 140 nehatine çareserkirin, daxwaz kir jî ku hemû serkirdeyên siyasî yên Kurd bi yekdengî û yekhelwestî Kerkûkê biparêzin.

28.06.2023, Çar - 19:23

Ji bo parastina Kerkûkê daxwaza yekdengiya serkirdatiya siyasî ya Kurd tê kirin
Nuçe Belav bike

Fehmî Burhan îro di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ew ê piştî çejnê ligel hemû cotkarên navçeyên Kurdistanî re bicivin û xebat û erkên xwe yên di pêşerojê de diyar bikin.

Serokê Desteya Navçeyên Kurdistanî got jî: “Peyama cotkarên Kurd û Tirkmen ên Kerkûkê gihîştiya desthilatdarên Iraqê. Me wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, hemû saziyên Iraqî ji pirsgirêkên cotkarên Kerkûkê agahdar kirine. lê heta ti kesî gavên kirdarî ji bo çareseriyê jî neavêtiye.”

Destnîşan kir jî ku yek ji sedeman ew e ku derz li gotara aliyên siyasî yên Kurdistanî ketiye û daxwaz kir jî ku pêwîste serkirdatiya siyasî ya Kurd yekdeng bin, ji bo parastin û rizgarkirina cotkarên Kurd li Kerkûkê ji rewşa ku tê de ne.

Greva cotkarên Topzawa, Daqûq, Qerehancîr û hejmarek gundên din ên parêzgeha Kerkûkê li dijî astengkirina artêşa Iraqê û desteserkirina zeviyên wan mehek e berdewam e. Cotkarên Kurd daxwaza dikin biryarên Meclîsa Serkirdatiya Şoreşa Partiya Beisê ya berê bên hilweşandin, lê heta niha bi fermî bersiva wan nehatiye dayîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 302 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:54:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x