Kerîm: Vegera Pêşmerge bo Kerkûkê propaganda ye

Waliyê Kerkûkê yê berê Necmedîn Kerîm di axaftina xwe de ragihand ku kesên dibêjin wê Pêşmerge vegere Kerkûkê propagandayê dikin û bi hestê kurdan dilîzin.

19.04.2018, Per - 08:53

Kerîm: Vegera Pêşmerge bo Kerkûkê propaganda ye
Nuçe Belav bike

Waliyê Kerkûkê yê berê Necmedîn Kerîm di axaftina xwe de got: "Kesên dibêjin wê Pêşmerge vegere Kerkûkê propagandayê dikin û bi hestê kurdan dilîzin. Ji bo Vegera Pêşmerge bo Kerkûkê tu peymanek tine ye. Daxwazê ji aliyê aliyên ku li Kerkûkê beşdarî hilbijartinên Parlementoya Iraqê dibin dikin ku propagandaya vegera Pêşmerge bo Kerkûkê nekin û xwe ji lîstina bi hestên xelkê dûr bixin."

Necmedîn Kerîm di berdewamiya axaftina xwe de bo çûna Amerîkayê got: "Ez tenê ji bo serdanê hatim û di demeke nêz de ez ê vegerim Kurdistanê. Ez ê piştî çend rojan vegerim Kurdistanê gotinên ku dibêjin venagere nerast in."

Kerîm ji bo serdana xwe ya got: "Me ligel çend rayedarên îdareya Amerîkayê hevdîtin û civîn pêk anîn. Beşeke mezin a wan hevdîtinan li ser vegotina hûrgiliyên bûyerên 16ê Cotmeha 2017an bûye. Rayedarên Amerîkayê dixwazin bizanin ku di 16ê Cotmehê de çi qewimî û rastiya wê çi ye. Ji ber vê yekê daxwaza civîna bi me re gelek bû."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1251 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:18:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x