Li Kerkûkê Tirkmen Ala Kurdistanê bilind nakin

Piştî ku Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bilindkirina alaya Kurdistanê li ser avahiyên Hikûmî pesend kir û Alaya Kurdistanê li ser hemû sazî û dezgehan hate bilindkirin, li wan navçe û baregehên di destê Tirkmenan de, ev biryar nayê bicîkirin û alaya bereya Tirkmenî li gel alaya Iraqê hatiye bilindkirin.

24.05.2017, Çar - 13:51

Li Kerkûkê Tirkmen Ala Kurdistanê bilind nakin
Nuçe Belav bike

Encumena Parêzgeha Kerkûkê roja Sêşemiya 28.03.2017ê di civînekê de bi fermî û bi piraniya dengan biryara bilindkirina Ala Kurdistanê li ser avahiyên hikûmî û fermî yên wê parêzgehê pesend kiribû.

Piştî biryarê Encumena Parêzgeha Kerkûkê li saz û dezgehên fermî yên bi ser parêzgeha Kerkûkê ve Ala Kurdistanê tê bilindkirin û ji bilî erebî zimanê kurdî jî weke fermî tê bikaranîn lê li sazî û dezgehên di bin kontrola Tirkmenan de ew biryar nayê bicîkirin.

Serokê Lijneya Emnî li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê jî Azad Cebarî ji Rûdawê ew ragihand kue, saziyên ku pabendî biryara Encûmena Parêzgehê nebin, têne hişyarkirin û lêkolîn li gel wan têne kirin.

Azad Cebarî wiha got: “Divê herkes pabendî biryarê bibin. Saziyên ku biryarê bicî nekin em dê hişyariyê bidin û derbarê wan de lêpirsînê bidin destpêkirin. Eger alaya Kurdistanê bilind nekin, em dê bixwe biçin li wan saziyan û alayê bilind bikin.”

Li Encumena Parêzgeha Kerkûkê 9 kursiyên Eniya Tirkmanî ya Iraqê hene û li parlamentoya Iraqê jî 2 nûnerên wan hene. Eniya Tirkmanî ne tenê di warê Ala Kurdistanê de li dijî aliyên siyasî yên Kurdî ye herwiha li ser mijara çarenûsa Kerkûk û di hilbijartinên giştî de rikeberiya Kurdan dike û lihev Kurdan nake.

Berpirsê Rêxistinên Eniya Tirkmanî Mihemed Seman jî got: “Me di kongreya xwe ya vê dawiyê ya li Bexdayê de destnîşan kirk u ji bo ku li Kerkûkê rewş asayî bibe dive hejmara dengdêran bê diyarkirin. Herwiha me daxwaz kirk u hilbijartinên encumeniyê bi yasayeke taybet bê encamdan.”

Ereb derbarê vê mijarê de dibêjin ku hê jî zûye ev mijar bê rojevê û bi nêrîna wan divê beriya her tişt cihên di destê DAIŞê de ne bêne kontrolkirin.

Endamê Bereya Erebî ya Encumena Parêzgeha Kerkûkê Mihemed Xizir jî got: “Jib o hilbijartinên encumena parêzgeriyê ti projeyên me nine. Ji sedî 58 axa Kerkûkê di destê DAIŞê de be çawa hilbijartin dê bêne kirin? Bila pêşiyê navçeya Hawiceyê bê kontrolkirin pişt re hilbijartin bêne kirin.”

Rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 2236 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:19:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x