Li Kerkûkê 3 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Li başûrê Kerkûkê di encama operasyona hêzên ewlekariya Iraqê de, 3 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

26.06.2023, Pts - 05:50

Li Kerkûkê 3 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Cîgirê Fermandariya Operasyonên Kerkûkê Nebîl Îsa di konferanseke rojnamevanî de ragihand, zanyarî gihîştin destê wan ku çekdarên DAIŞê plan dikin derbasî gundê Turkalan li başûrê Kerkûkê bibin û piştre derbasî navenda bajêr bibin.

Nebîl Îsa got jî: Di dema operasyona hêzên ewlehiyê li ser navçeyên derdora gundê Turkalan de, şer û pevçûn bi teroristan re derket û di encamê de leşkerek û 3 terorîst hatin kuştin.

Cîgirê Fermandariya Operasyonên Kerkûkê sa zanîn jî: “Terorîstan plan dikirin ku di rojên cejnê de êrîşan li Kerkûkê pêk bînin.”

Her wiha tekez kir, operasyonên wan dê berdewam bin û ew ê li hundir û derveyî bajêr tedbîrên ewlehiyê ên tund bigirin.

Di sala 2014an de DAIŞê tevahiya parêzgehên Mûsil, Selahedîn û Enbarê û herwiha beşek ji Kerkûk û Diyala kontrol kiribû. Di 9ê Berçileya 2017an de jî serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî serkeftina li dijî DAIŞê ragihand.

Tevî derbasbûna zêdetir ji 5 salan di ser şikandina wê rêxistina terorê, heta niha hîn jî êrîşên DAIŞê li van deveran berdewam in.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 231 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:39:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x