Li Kerkûkê 9 polîsên federal di teqînekê de hatin kuştin

Li nêzîkî bajarokê Reşad ê başûrê Kerkûkê, bombeyek di dema derbasbûna karwaneke hêzên Polîsa Federal teqiya.

18.12.2022, Paz - 18:28

Li Kerkûkê 9 polîsên federal di teqînekê de hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Li gorî zanyariyên peyamnêrê K24ê li Kerkûkê, di teqînê de 9 polîs hatin kuştin û polîsek jî birîndar bûye.

Di vê derbarê de jêderekî ji Polîsa Kerkûkê ji peyamnêrê K24ê re ragihand, teqîn li gundê Sefer ê ser bi zincîreya çiyayê Hemrînê pêk hatiye.

Wî jêderî da zanîn jî, piştî teqînê, şer û pevçûn di navbera Polîsa Federal û çekdarên DAIŞê derketiye û di encam de çekdarekî DAIŞê hat kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 288 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:05:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x