Li Kerkûkê di navbera DAIŞ û Heşda Şeibî şer: 8 kuştî

Hat ragihandin ku li gundê Cevale yê navçeya Reşad a Kerkûkê di navbera DAIŞ û Heşda Şeibî de şer derket.

05.03.2018, Pts - 07:12

Li Kerkûkê di navbera DAIŞ û Heşda Şeibî şer: 8 kuştî
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyên berdest, artêşa Iraqê û milîsên Heşda Şeibî li gundê Cevale yê navçeya Reşad a Kerkûkê li hemberî milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê operasyonek li dar xistin.

Li gundê Cevale di navbera milîsên iraqî û milîtanên DAIŞê de şer û pevçûnên dijwar qewimîn.Di encama pevçûnan de 8 milîtanên DAIŞê hatin kuştin.

Piştî 16ê Cotmehê ku Kerkûk û navçeyên wê ji aliyê artêşa Iraq û Heşda Şeibî ve hat dagirkirin tevgera DAIŞê li Kerkûkê zêde bû û li hemberî hêzên iraqî gelek caran êrişî çekdarî jî li dar dixe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1265 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:22:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x