Li Kerkûkê du teqîn çêbûn

Peyamnêrê Rûdawê yê li Kerkûkê ragihand ku ji ber teqînên du bombeyan di nav otobusan de li nêzîkî yek ji pêşangehên otomobîlan, kesekî jiyana xwe ji dest da û 17 kes birîndar bûn.

28.06.2019, Cum - 09:05

Li Kerkûkê du teqîn çêbûn
Nuçe Belav bike

Peyamnêrê Rûdawê Herdî Mihemed ragihand ku li Kerkûkê du teqîn çêbûne û teqîna yekem li cadeya pêşangehan qewimiye, ji ber vê teqînê pênc kes birîndar bûne û jinekê jî canê xwe ji dest daye.

Teqîna duyem li nêzîkî geraca neferhilgir a otobusan qewimiye û 12 kes birîndar bûne.

Peyamnêrê Rûdawê herwiha eşkere kir ku birîndar ber bi Nexweşxaneya Azadî ya Fêrkarî û Nexweşxaneya Giştî ya Kerkûkê hatine veguhestin û li gor zanyariyan birînên du birîndaran giran in.

Herwiha Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê ya Iraqê ragihand: “Di teqînên du bombeyên vedayî yên di nav du otobusan de kesekî canê xwe ji dest da û 10 kes jî birîndar bûn.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1110 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:07:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x