Li Kerkûkê li pey hev du teqîn rû dan

Li bajarê Kerkûkê yê Kurdistanê du teqîn rû dan û di encama herdu teqînan de 16 kes birîndar bûn.

30.11.2019, Cts - 16:58

Li Kerkûkê li pey hev du teqîn rû dan
Nuçe Belav bike

Peyamnêrê Rûdawê Herdî Mihemed ragihand ku li Kerkûkê du teqînên bihêz rû dan.

Peyamnêrê Rûdawê da zanîn ku îro danê nîvro teqînekê li nêzikî Pira Domîz û teqîna din jî li li bazara Ehmed Axa li bajarê Kerkûkê rû dan.

Berpirsên tenduristiyê ragihandin ku di encama teqîna li nav bazarê, 4 kesên sivîl birîndar bûne.

Peyamnêrê Rûdawê ragihand ku di teqîna li nêzikî Pira Domîzê jî xelkê sivîl hatiye armancgirtin û got, “Di herdu teqînan de jî piraniya kesên birîndar karker in.”

Rêveberê Tenduristiya Kerkûkê Kerîm Welî jî aşkere kir ku di encama herdu teqînan de 16 kesên sivîl birîndar bûne.

Heta niha ti aliyan ew êriş li xwe negirtine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 997 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:53:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x