Mercê Herêma Kurdistanê bo hinardekirina petrola Kerkûkê heye

Herêma Kurdistanê amade ye petrola Kerkûkê hinarde bike û bigihîne heman asta berê ku rojane 250 hezar bermîl e, lê bi merca ku Bexda pereyên kompanyayên petrolê yên Herêma Kurdistanê bide.

12.05.2019, Paz - 10:24

Mercê Herêma Kurdistanê bo hinardekirina petrola Kerkûkê heye
Nuçe Belav bike

Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji K24ê re ragihand, îsal budceyeke taybet ji kombanyayên petrolê yên Iraqê re hate terxankirin, lê Herêma Kurdistanê jê hate bêparkirin. Ji ber wê, heger bê û Bexda pereyên kompanyayan bide, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne li dij e ku hinardekirina petrola Kerkûkê di boriyên Kurdistanê re ji aliyê kompanyaya SOMO ve bê kirin.

Nêzîkî du salan e, sûde ji petrola Kerkûkê nabe û Bexda nikare bi temamî hinarde bike û tenê 80 ta 100 hezar bermîl rojane di boriyên Kurdistanê re hinardeyî benderên cîhanê dibin.

Piştî dawî qonaxa sizayên Amerîka li ser Îranê, ti deriyekî din ji Iraqê re nemaye, ji bilî boriyên petrola Kurdistanê û ji bo hinardekirina petrola Kerkûkê jî, ti riyeke din jî li pêş wê nîn e.

Endamê Komîta Petrol û Gazê di Parlemantoya Iraqê de Aram Balateyî ji K24ê re diyar kir, hinardekirina petrola Kerkûkê di boriyên Kurdstanê re, di berjewendiya Iraq û Kurdistanê re dibe.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hinaredekirina petrola Kerkûkê di riya boriyên Kurdistanê re, merca wê ji Bexdayê re heye, ku divê destkeftên darayî yên kompanyayên petrokê yên li Herêma Kurdistanê kar dikin bên dan, wek çawa destkeftên darayî ji kompanyayên li naverast û başûrê Iraqê re tên dabînkirin.

Kêlgehên petrolê yên Kerkûkê karîna wê heye rojane 250 hezar bermîl berhem bîne, lê piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, birê hinardekirina petrolê daket, bi rêkeftina Hewlêr û Bexdayê li ser dubare hinardekirina petrolê, dahata zêdetir dikeve destê Iraqê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1210 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:13:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x