Parêzgarê Kerkûkê: Ji bo referandumê komîsyon dê biryarê bide

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm di axaftina xwe de ragihand ku ji bo referanduma li bajarê Kerkûkê wê komîsyona Herêma Kurdistanê biryarê bide.

19.04.2017, Çar - 09:04

Parêzgarê Kerkûkê: Ji bo referandumê komîsyon dê biryarê bide
Nuçe Belav bike

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm îro di bersiva rojnamevanan a derbarê referandumê de ragihand ku komîsyonek li herêma Kurdistanê derbarê referandomê de pêk tê. Ew komîsyon dê biryarê di vê derbarê de bidin, eger wan biryar da li Kerkûkê jî referandum bê kirin wê demê li Kerkûkê jî dê referandum pêk were.

Necmedîn Kerîm li hember axaftinên berpirsên Iraqê jî, yên derbarê pirsa Ala Kurdistanê de jî got: "Eger pirsa Ala Kurdistanê li Kerkûkê wek ne destûrî dizanin, dikarin biçin serî li Dadgeha Destûrî bidin."

Kerîm di dirêjiya axaftina xwe de ji kontrolkirina navçeya Hewîce jî got: "Divê kontrolkirina wê navçeyê zêde neyê paşxistin, heke kontrolkirina wê li benda Mûsilê bihêlin dê karesat û belayên li Hewîceyê zêdetir bin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1797 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:12:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x