PDK û YNK pirsa Parêzgarê Kerkûkê yekalî dikin

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo asayîkirina rewşa Kerkûkê û danîna Parêzgarê Kerkûkê îro li Silêmaniyê dicivin.

01.07.2019, Pts - 06:34

PDK û YNK pirsa Parêzgarê Kerkûkê yekalî dikin
Nuçe Belav bike

Jêderekî ji Polîtburoya YNKê ji K24ê re ragihand, îro şandeke PDK serdana Silêmaniyê dike û li avahiya Polîtburoya YNKê bi şandeke wê partiyê re dicive.

Wî jêderî diyar kir jî, naveroka civînê jî li ser asayîkirina rewşa Kerkûkê û danîna parêzgarekî ji bajarî re dibe.

Li gor zanyariyên K24ê, şanda PDKê bi serokatiya Peyvdarê PDKê Mehmûd Mihemed û şanda YNKê bi serokatiya Endamê Polîtburoya YNKê Hakim Qadir Hemecan dibe.

Asayîkirina rewşa Kerkûkê bûye yek ji pirsên sereke yên aliyên Kurdî. Ev pirs jî bi berpirsên bilind ên Bexdayê re jî hatiye guftûgokirin.

Di wê çarçovê de, Dadgeha Federalî ya Iraqê biryara bêtawaniya Rêbwar Talebanî derxist û ji îro ve dikare bi fermî karê xwe wek Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bike û daxwaza qerebûkirina maddî û manewî bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1098 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:30:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x