PDK û YNKê Parêzgarê Kerkûkê diyar kir

Piştî civîna îro ya PDK û YNKê li Silêmaniyê, Teyib Cebar wek Parêzgarê Kerkûkê hat diyarkirin.

11.07.2019, Per - 10:47

PDK û YNKê Parêzgarê Kerkûkê diyar kir
Nuçe Belav bike

Di konferanseke rojnamevanî de, Peyvdarê PDKê Mehmûd Mihemed û Rêvebirê Polîtburoya YNKê Hakim Qadir ragihandin, wan li ser Tayib Cebar wek Parêzgarê Kerkûkê lihev kirin.

Hakim Qadir di konferansa rojnamevanî de ragihand, piştevaniyê li kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin û hêvîdar in hemû alî jî piştevaniyê li peyrew û bernameya wê bike.

Ji aliyê xwe ve, Mehmûd Mihemed got: Pêkanîna kabîneya nû, serkeftinek ji xelkê Kurdistanê re ye.

Ragihand jî, “Li Kerkûkê rewşeke neasayî heye, me xwast wê rewşa neasayî biguhêrin û aramî û ewlehî vegere wî bajarî.”

Amaje bi wê jî da, komîta hevbeş ji bo guftûgokirina bi Bexdayê re heye û girîng e hemû alî di rêvebirina Kerkûkê de beşdar bin.

Aşkere kir, Lîsta Birayetî biryar daye Teyib Cebar Emîn wek Parêzgarê nû yê Kerkûkê bê diyarkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1105 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:29:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x