Piştî bertekan ji Fûad Masûm avêtina gava yekem

Serokomarê Iraqê Fûad Masûm, ji bo diyarbûna binpêkirinên destûra Iraqê Komîteya lêkolînê damezrand.

25.11.2017, Cts - 08:38

Piştî bertekan ji Fûad Masûm avêtina gava yekem
Nuçe Belav bike

Serokomariya Iraqê komîteyek ji bo diyarkirina binpêkariyên destûrî li Iraqê ava kiriye. Şêwirmendê Serokomar dibêje: “Di civîna Serokayetiya Komarê û çend yasanasan de, Fûad Mesûm ev biryar daye.”

Şêwirmendê Serokkomarê Iraqê, Ebdullah Elyaweyî ji Rûdawê re ragihand, piştî civîna serokomarê Iraqê û çend yasanasan di roja Pêncşema derbasbûyî de, serokomarê Iraqê Fuad Mesûm biryar daye, komîteyek ji bo diyarkirina binpêkirinên ku di Destûra Iraqê de çê bûne, were avakirin, ji bo ku maf ji bo wan kes û alî û neteweyan vegerînin, ku li gorî Destûrê xwedî maf in

Elyaweyî herwiha got, serokomarê Iraqê ew çend meh in ku amadekariyê ji bo diyarkirina binpêkirinê Destûr û avakirina wê komîteyê dike.

Kurd û beşek ji Sune berdewam dibêjin, ku hikumeta Iraqê Destûr binpê kiriye, Mesûd Barzanî jî çend caran di dema kampanya referandumê de ragihandibû ku 54 madeyên destûrî ji aliyê hikumeta Bexdayê ve hatine binpêkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1454 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:08:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x