Qeymeqamê Kerkûkê Kamîl Saleyî diyar kir ku Kerkûk ne cihê çalakiyên PKKê ye bangî wan kir ku ew vegerin cihên xwe.
Qeymeqam Saleyî bertek da hilgirtina ala PKKê ya li nava parêzgeha Kerkûkê û diyar kir ku ew der ne cihê çalakiyên PKKê ne.
Qeymeqam destnîşan kir ku "divê PKK li gorî armanca hatina xwe tevbigere" û wiha got: "Em spasiya PKKê dikin ji bo her şerê ku beşdarî kirine, lê divê êdî vegerin cihên xwe. Kerkûk ne devera ku ew çalakiyên xwe lê li dar bixin e ye."
Rojên borî Serokwezîrê Iraqê Heyder el Ebadî jî bertek dabû hilgirtina ala PKKê ya li nava Kerkûkê û gotibû ew vê yekê qebûl nakin.