Êrişa DAÎŞ liser Kerkûk'ê hat şikandin

Endamên DAÎŞ'ê duh derengê şevê li Kerkûk'ê navçeya dakûk'ê du milan êriş bir liser hêzên Pêşmerge.

12.08.2017, Cts - 08:00

Êrişa DAÎŞ liser Kerkûk'ê hat şikandin
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyan, çekdarên DAIŞê derengiya îşev Înê 11ê Tebaxa 2017ê, êrişî çeperên hêzên pêşmerge li sînorê navçeya Daqûq a ser bi parêzgeha Kerkûkê kirin.

Cîgirê Fermandeyê Lîwaya 9 a Hêza Bejayî ya Pêşmerge, Aso Ferec ji Rûdawê re ragihand: “Çekdarên DAIŞê li sînorê gundê Rûxane, ji du baskan ve êriş kirine ser sengerên pêşmerge kirine.”

Aso Ferec da xuyakirin: “Hêzên pêşmerge bi tundî bersiva êrişa DAIŞê dane û êrişa wan têk birine û rê nedane ber bi pêş ve bihên.”

Wî fermandeyê pêşmerge tekez kir, ku şer di navbera hêzên pêşmerge û çekdarên DAIŞê de hêj berdewam e.

Derdora 10 gundên Kurdên Kakeyî li sînorê başûrê navçeya Daqûqê hene, ku nêzîkî cihên di bin kontrola DAIŞê de ne.

Di sala 2015ê de, bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, hêzek ji bo Kurdên Kakeyî hat damezrandin. Ew hêza nû, di çarçoveya fewcekê de ye û hejmara pêşmergeyên wê hêzê 500 kes e û girêdayî Wezareta Pêşmerge ye.

Li gel wê çendê, Kurdên Kakeyî gazindeyan dikin, ku bi wê hejmara pêşmergeyan, ew nikarin tevahiya gund û deverên xwe kontrol bikin û çend caran daxwaza zêdekirina hejmara hêza kakeyiyan kirine, lê belê heta niha bersiva daxwaza wan nehatiye kirin.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1213 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:46:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x