Rêya nû ya nefta Kerkûkê!

Şîrketa neftê ya Iraqî, ku xebatê xwe li Kerkûka di bin dagirkeriya Heşdî Şabî de dike wê demek nêzik de petrolê bişîne Îranê.

06.11.2017, Pts - 12:49

Rêya nû ya nefta Kerkûkê!
Nuçe Belav bike

Iraq petrola Kerkûkê dişîne parzûngehên başûrê Iraqê û di demên nêzîk de jî petrola Kerkûkê dişîne parzûngehên Îranê.

Kompanyaya petrola Iraqê difiroşe “Somo” ragihand, bi Îranê re di guftûgoyê de ne, ji bo rojan 15 hezar bermîl petrola Kerkûkê bişînin parzûngeha petrolê ya li Kirmanşanê.

Kompanyayê aşkere kir jî, destpêkê bi tankeran petrolê dişînin, piştre jî boriyên petrolê dirust dikin da ku rojane 25 hezar bermîl bişênin parzûngeha Kirmanşanê.

Hikûmeta Bexdayê berhema petrola Kerkûkê bi tankeran vediguhêze parzûngehên başûrê Iraqê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1494 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:32:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x