Waliyê Kerkûk hişyar kir: Em naxwazin şer bikin lê...

Necmettîn Kerîm, 'jibo çareseriya pirsgirêkan pêwiste Bexda rêyek din bibîne', got.

13.10.2017, Cum - 06:55

Waliyê Kerkûk hişyar kir: Em naxwazin şer bikin lê...
Nuçe Belav bike

Parêzgarê Kerkûkê li taxa Rehîmava ya Kerkûkê ji rojnamevanan re ragihand: “Par van çaxan terorîstên DAIŞê di nava bajêr de bi destê xelkê Kekrûkê û hêzên pêşmerge hatine têkbirin. Lewma ya baş ew e, ku Bexda hizra bikaranîna hêzê neke û riyeke din ji bo çareseriya pirsgirêkan peyde bike.”

Kerîm da xuyakirin, ku xelkê Kerkûkê pir ji bajarê xwe hez dikin û got: “Ew herdem amade ne ji bo parastina Kerkûkê canê xwe bikin gorî.”

Parêzgarê Kerkûkê diyar kir, ku roja giştpirsiya serxwebûnê hatiye kirin heta niha Bexda her roj beyanameyeke nû li dijî Kurdistanê derdixe û wiha axivî: “Ji wê rojê ve Bexda her roj curekî nû yê beyanemayan derdixe. Serokwezîrê Iraqê her roj daxwazeke nû dike. Lê aliyê kurd tenê tiştekê dixwaze. Em naxwazin şer bikin û dixwazin bi riyên aştiyane pirgirêk werin çareserkirin. Ew edixwazin hêza xwe bişînin Kerkûkê lê xelkê Kerkûkê vê yekê qebûl nake.”

Necmedîn Kerîm da zanîn, ku hêzên çekdarî yên Iraqê li nêzîkî çeperên pêşmerge ketine nava liv û tevgerê û got: “Bexdayê ji destpêkê ve dixwest piştî şerê DAIŞê wan navçeyên ku ji aliyê pêşmerge ve hatibûne kontrolkirin careke din bixe bin destê xwe.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1381 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:02:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x