YNKê Ala Kurdistanê li ser çend baregehên xwe ya Kerkukê anî xwarê

Ala Kurdistanê li ser baregehên komîteyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) yên li Kerkûkê hat daxistin û niha Ala Kurdistanê tenê li ser baregeha Melbenda YNK û Ofîsa Polîtboruya YNKê ya li Kerkûkê maye.

11.01.2019, Cum - 09:19

YNKê Ala Kurdistanê li ser çend baregehên xwe ya Kerkukê anî xwarê
Nuçe Belav bike

Berpirsê Ragihandinê yê Melbenda 2 a YNKê li Kerkûkê, Fexredîn Mihemed di daxuyaniyekê de piştrast kir, ku wan Ala Kurdistanê li ser hin baregehên xwe yên li Kerkûkê anîne xwarê.

Fexredîn Mihemed got: “Heta niha dadgehê ew mijar yekalî nekiriye, Ala Kurdistanê tenê li ser Polîtboruya YNK û Melbenda Kerkûkê ya YNKê dimînin û li ser baregehên komîteyên YNKê tên daxistin.”

Berpisê Ragihandinê yê Melbenda 2 a YNKê li Kerkûkê herwiha da xuyakirin: “Li ser wê yekê ku YNKê Ala Kurdistanê li Kerkûkê hildaye, hikûmeta Iraqê doz li dijî YNKê vekiriye.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1212 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:02:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x