YNKê li ser baregeha Kerkûkê Ala Kurdistanê hilda

Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li Kerkûkê Ala Kurdistanê li ser baregaha xwe daliqand.

09.01.2019, Çar - 08:05

YNKê li ser baregeha Kerkûkê Ala Kurdistanê hilda
Nuçe Belav bike

Peyamnêrê Rûdawê li Kerkûkê Herdî Mihemed ragihand ku îşev YNKê li Kerkûkê li ser tevahiya baregeh û ofîsên xwe Ala Kurdistanê hilda.

Cîgirê Berpirsê Malbenda YNKê li Kerkûkê Rewend Mela Mehmûd ji Rûdawê re ragihand ku wan di civîna Encûmema Serokatiya YNKê ya li Kerkûkê de biryara daliqandina Ala Kurdistanê i ser tevahiya baregeh û ofîsên xwe daye û got: “Me îro di civîna xwe de biryar da ku em hersê alên YNK, Kurdista û Iraqê li ser baregehên xwe li Kerkûkê berz bikin. Ji bo vê yekê jî me ligel aliyên îraqî hemahengî kiriye.”

Rewend Mela Mehmûd herwiha got: “Ev demek bû ku em dixwest em Ala Kurdistanê li Kerkûkê berz bikin, lêbelê me nedixwest pirsgirêk derbikevin. Çimkî ji 12 kursiyên Kerkûkê yên li parlamentoya Iraqê 6 kursî yên YNKê ne. Ji bo vê yekê wek Kurd em mafê xwe dibînin li Kerkûkê Ala Kurdistanê berz bikin.”

Berpirsê Malbenda Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya Kerkûkê Mihemed Xurşîd li ser valakirina baregeha asayişa PDKê ya li Taxa Feylekê got: “Baregeha asayişa PDKê nehate valakirin. Tenê ew hêzên têde hatine guhertin.”

Asayişa PDKê ya li Kerkûkê piştî bûyerên 16ê Cotmehê hêzên dije terora Iraqê bicih bibû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1157 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:04:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x