Endamê serokatiya Tevgera Civaka Demokartîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl ragihand ku bûyerên ku li Başûrê Kurdistanê rû dane, cihê xemgîniyê bûn û bandora xwe li tevahiya Kurdistaniyan kiriye.
Aldar Xelîl di hevpeyvîna xwe ya ku K24'de pêkanî, got: "Dijminên kurdan tevî nakokiyên wan li dijî kurd bûne yek, loma pêwîst e kurd jî yekîtiya xwe biparêzin. Eger kurd dixwazin ku bi ser kevin divê bibin yek û kongreya neteweyî li dar bixin."