Amerîka: Em pêşdeçûnên Kerkûk teqîp dikin

Wezareta Karênderve ya Amerîkî di derbarê bûyerên ku li Kerkûkê de di qewimin de got, 'em pêşdeçûnan ji nêz ve teqîp dikin.'

17.10.2017, Sal - 07:01

Amerîka: Em pêşdeçûnên Kerkûk teqîp dikin
Nuçe Belav bike

Wezareta Derve ya Amerîkayê îro daxuyaniya xwe de ragihand ku ji ber raportên ku behsa bikaranîna tundûtîjiyê li derdora Kerkûkê dikin pir nîgeran in. Em ji nêzîk ve rewşa Kerkûkê û dora wî dişopînin. Em bang li hemû aliyan dikin ku di çalakiyên xwe yên serbazî de hemahengiyê bikin û aramiyê biparêzin."

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku di çarçoveya destûrê de ew piştgirî didin birêvebirina hevbeş û aştiyane ya di navbera hikûmeta navendî û hikûmetên herêmî de. Em li gel hikûmeta navendî û hikûmeta herêmî ji bo kêmkirina hestiyariyan kar dikin û hewl didin pevçûnên zêdetir nebin û diyalog were kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 961 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:11:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x