Bi dehan endamê YNK'ê dev ji YNK'ê berdan!

Piştî dagirkirina Kerkûkê ya ji aliyê milîsên heşdî şeibî ve, rexneyên tund ji gruba xayîn a 16'ê cotmehê di nav YNK'ê de tê kirin û gelek endamên YNK'ê jî dest ji endambûna YNK'ê berdidin.

21.11.2017, Sal - 13:47

Bi dehan endamê YNK'ê dev ji YNK'ê berdan!
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya ku Basnews'ê de cih digire û nûçeyê dispêre çavkaniyekî ji YNK'ê ku naxwaze navê xwe bide eşkerekirin ragihand ku: ‘’Piştî ji aliyê gruba xayîn a di nav YNKê de ya 16'ê cotmehê Kerkûk û beşek ji navçeyên Kurdistanê radestî heşdî şeibî kir, naha alîgirên YNK'ê ji wê grubê gelek acizin û bi taybet bi aşkera di torên civakî û rûniştinên civatan de jî behsa xiyaneta wê gruba YNK'ê dikin. Lê piraniya endamên polîtburoyê û rêveberiyê li gel wê gruba YNK'ê de ne.’’

Heman çavkaniyê got, wan berpirsan bi taybet xiyanet li parêzgerê Kerkûkê Necmedîn Kerîm jî kirin, ku herî dawiyê pişta dan wî û ew tişt li berçav negirtin, bi Necmedîn Kerîm ve karîn YNK'ê li Kerkûkê bihêz bikin û di helbijartinên dawî ya encûmena nûnerên Iraqê de YNK'ê nîvê dengên Kerkûkê bidest xist û karî bibin xwediyê 6 kursiyan, lê êdî ti demekê nikarin wan dengan bidest bixin.

Her wiha vê derbarê de endama lijneya navçeyên Kurdistanê yên dervey rêveberiya herêma Kurdistanê li parlamentoya Kurdistanê Amîne Zikrî ragihand: ‘’Piştî dagirkirina Kerkûk û derdora wê ji aliyê Heşdî Şeibî ve, xelkeke zêde yê koçber hatin bajarên herêma Kurdistanê û ew çekdarên heşdî şeibî gelek zulm li xelkê kirin, ji mal şewitandin, revandin û îşkencê bigre heta dest avêtina namûsa keç û jinan. Herwaha wan çekdarane li Xurmatû tiştên hovane pêkanîn û ew hemû ji ber wê xiyaneta mezin a gruba YNKê pêkhatin û ew grub xencerek jehrî bû li Kurd ket û ji ber wê xiyanetê rewşa Kerkûk û navçeyên Kurdistanê têkçû.’’

Amîne Zikrî got: ‘’Di meha Xizîrana 2014'ê de dema terorîstên DAIŞ'ê xwestin Kerkûkê dagir bikin, her Pêşmerge û gelê Kerkûkê bû rê neda. Naha ev jî ne bahaneye ku bê gotin çekên Pêşmerge yên baş tineye ji ber wê xwe vekêşa. Ji ber vekêşîn di encama rêkeftinekê de pêkhat, ku ew jî bi rêya wê gruba xayîn ve hat kirin. Heger na Pêşmerge çawa karî Kerkûkê ji DAIŞ'ê biparêze dikarî ji Heşdî Şeibî jî biparêze.’’

Herwaha got: ‘’Naha YNK li Kerkûkê nikare li ser binkeyê xwe jî Al a Kurdistanê dayne, ev jî li hember xwîna Pêşmerge û qurbanî dana gelê me şermezariyek mezine û herwaha di nav binkeyên xwe nikarin çekdarên xwe jî bicîh bikin û ji bo wan hatiye diyar kirin ku du heta sê parazvanan dikarin daynin binkeyên xwe.’’

Ji aliyeke din ve malbenda du ya YNK'ê li Kerkûkê bi saya heşdî şeibî ve civînek ji hejmarek hemwelatiyan re pêkaniye.

Li gor zanyariyên Bas ew civîn bi hejmarek muxta û hemwelatiyên taxên kurd re hatiye kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2077 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:16:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x