Cockburn: Wiha dewam bike, Kurd dê bertekeke xurt bidin

Rayedarê YNKê Aso Mamendî ji nivîskarê rojnameya Brîtanî Independent, Patrick Cockburnî re peyivî.

01.11.2017, Çar - 11:59

Cockburn: Wiha dewam bike, Kurd dê bertekeke xurt bidin
Nuçe Belav bike

Cockburn li ser zimanê Mamendî di ragehîne û dibêje ku dibe kontrolkirina Kerkûkê hinekî xapînok be û wiha dewam dike: \"Dibe ku aliyê kurdî niha qels be lê ne şert e ku mercên siyasî her dem dijî wan bin an jî li aliyê Iraqê bin.\"

Nivîskar balê dikişîne ser peymana Cezayirê ya sala 1975an û dibêje: \"Kurd di salên 1975an bi temamî têk çûn gaba ku Sedam Hisên peymana Cezayirê bi şahî re îmze kir ku di encamê de şahî dest ji kurdan berde lê gaba şerê Iraq û Îranê sala 1980yî dest pê kir, hêzên iraqî ji beşekî mezin ê Kurdistanê vekişiyan û hêzên neteweyî yên kurdî ew dever kontrol kirin.\"

Di berdevamiya axaftina xwe de nivîskar dibêje; \"Eger hikûmeta navendî biserketina xwe ya niha li dijî kurdan bi awayekî zêde bi kar bîne, dê bertekeke xurt ji aliyê kurdan encam bide. Dibe ku Serokwezîrê Iraqê yê niha Heyder Ebadî li dijî vê metodê derkeve lê serokwezîrê berî wê, Nûrî El Malikî dê vê metodê bipejrîne\".

Her wiha nivîskar nivîsa xwe de li ser rewşê behsa kameremanê Kurd Arkan Şerîfî ê ku li Daqûqê ji aliyê 4-5 kesan ve hatibû kêrkirin û di encamê de jiyana xwe ji dest dabû piştî ku zarok û hevsera wî di odeyeke din de zeft kiribûn. Piştî çar pênc saetan malbata wî ji odeyê derketiye ku bibîne di nav xwînê de ye û kêr di devê wî de ye daku nîşan bidin, sedema kuştina wî ew e ku tiştek gotiye ya ragihandiye. Malbata wî ragihand ku kujer bi turkmenî diaxivîn\".

Di dawiya axaftina xwe de nivîskar balê dikişîne ser berovajîbûna rewşê ku êdî hikûmeta Iraqî destkevtiyên Kurdan ji wan distîne ku ne Kerkûk tenê û behsa deriyê Îbrahîm Xelîl dike û wiha dibêje: \"Iraqê xaleke kontrolê li wê derê bi cih kiriye ku navgînên derbas dibin, neçar in sê caran werin kontrolkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1557 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:11:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x