Endamê Polîtbutoya Goran: Jibo dagirkirina Kurdistan em Ebadî re bang bikin!

Rêveberê Tevgera Gorran Ebdula Kuwêxe Mubarek ragehand, milîsên Heşdî Şeibî li Kurdistanê ne dagirker in.

21.10.2017, Cts - 10:04

Endamê Polîtbutoya Goran: Jibo dagirkirina Kurdistan em Ebadî re bang bikin!
Nuçe Belav bike

Endamê Civata giştî ya Tevgera Gorran Ebdula Kuwêxe Mubarek di tora xwe ya civakî facebookê de ragehand, pêwîste Gorran li xiyanet kirinê netirse û daxwaz ji serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bike ku alîkarî bide ku Kurdistanê dagir bike.

Ebdula Kuwexe Mubarek ragehand, ew Heşdî Şeibî dagirker nizane û herwaha Pêşmerge jî ne şoreşger e.

Gotinên Endamê Civata giştî ya Tevgera Gorran di demekê de ye ku milîsên Heşdî Şeibî bajarê Kerkûkê dagir kirine û hemwelatiyên wî bajarî dikujin û malên wan dişewitînin. Herwaha bi dehan hezar hemwelatiyên Kerkûkê jî koçberî bajarê Hewlêrê bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1324 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:29:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x