HDP: Îro Kerkûk sibê hemû Kurdistan e

Parlamanterê HDPê İmam Taşçier têkildarî şerê Kerkûkê de axivî û ragihand ku, "Yên îro êrişî Kerkûkê kirin sibê dê êrişî hemû Kurdistanê bikin. Çawa neyarên kurdan li dijî kurdan dibin yek divê kurd jî bibin yek. Tirkiye li dijî kurdan bi rêxistina terorîst Heşdî Şabî re hevkarî dike."

17.10.2017, Sal - 09:59

HDP: Îro Kerkûk sibê hemû Kurdistan e
Nuçe Belav bike

Parlamanterê bajarê Amedê yê HDPê Îmam Taşçier li ser şerê Kerkûkê ji ajansa Sputnikê re axivî û got: "Heşdî Şabî û hêzên Îraqê demek dirêj bû amadekariya şer dikirin û referandûma serxwebunê ji xwere kirin hincet. Taşçier, Kerkûk bajarê kurdan e. Armanca êrişê ne referandûme, demek dirêj ev amadekarî hebu. Referandûm ji xwere kirin hinceta êrişê. Armanca wan ew e ku Kerkûkê ji kurdan re nehêlin. Ne tenê Kerkûk, Musul û Şingalê û hin bajarên din jî dixwazin. Çavê Iraqê, Îranê û Tirkiyeyê li ser Kerkûkê bu û wan jî piştgirî da vê êrişê."

‘TIRKİYE BI RÊXISTINA TERORÎST RE HEVKARÎ DIKE'

Taşçier li ser piştgirîya Tirkiyeyê wiha axivî: "Heşdî Şabî rêxistinek terorîst e û girêdayî Îranê ye. Tirkiye ev rêxistin weke terorîst ditît. Lê niha piştgirî dide. Kerkûk dema di deste kurdan debû, Tirkiyê deng derdixist lê niha ket deste Heşdî Şabî lê Tirkiye deng dernaxe. Tirkiyê têkildarî mijarê de ji xwe piştgirîya xwe anîbû ziman. Ji ber ku Heşdî Şabî êriş kir alîkarîya bi Iqarê re alîkarîya bi Heşdî Şabî re ye. Herwiha dikarin li dijî kurdan bi rêxistinek terorîst re hevkariyê bikin."

‘ÇAWA NEYARÊN KURDAN DIBIN YEK DIVÊ KURD JÎ BIBIN YEK'

Taşçier balkişand ser yekitîya kurdan û wiha axivî: "Ev êriş nîşan da ku yekitîya kurdan tune ye. Eger hebûya dê bi hevre li hemberî vê êrişê derketana û dê Kerkûk bi hevre biparastina. Ji hinek cîhan vekşandin çêbû. Heta ku kurd ne bin yek dê nikaribin li ser axa xwe bibin desthilatdar. Bila ev baş were zanîn. Berê jî pirsgirêkên wiha hebûn. Kurdan bi salan bi hevre şer kirin û zirara mezin dîsa kurdan dît. Bingeha yekitiyê netewbûne. Hemû neyarên kurdan dibin yek û li ser tunebûna kurdan sîyasetê dimeşînin û kurdan nasnakin. Divê kurd jî bibin yek. Çawa neyarên kurdan li dijî kurdan dibin yek divê kurd jî bibin yek. Bila kes ne bêje ev parçayê mi ne û dijmin êriş nake. Ne wiha ye. Heta kurd nebin yek dijmin herdem dê êriş bike. Eger Kongreya Netewî çêbiba niha yekitîya kurdan dê hebûya."

‘İRO KERKÛK, SIBÊ HEMÛ KURDISTAN E'

Taşçier balkişand ser giringîya Kerkûkê û wiha pê de çû: "Eger Kerkûk ji dest here dê hemu bajarên kurdan ji dest here. Kerkûk bajarê kurdan ye û dile Kurdistanê ye. Ku ew here dê Silemanî, Hewlêr û Duhok jî here. Yên ku êrişî Kerkûkê kirin sibe dê bejin ev wê êrişî me bikin û dê êrişî bajarên kurdan yên din jî bikin. Eger Kerkûk ne yê parastin dê êrişî hemû Kurdistanê bikin."

sputnîk
Vî nûçeyê tevayî: 1379 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:49:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x