Heşdî Şabî: Em sinorên Kerkûk derbas nakin

Rayedarê Heşdî Şabî Kerîm Nûrî di derbarê êrişa Pirdeyê de ragihand ku ji ber talîmata Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî em sinorên Bajarê Kerkûk derbas nakin.

20.10.2017, Cum - 11:41

Heşdî Şabî: Em sinorên Kerkûk derbas nakin
Nuçe Belav bike

Li gorî ragihandina rayedarê Heşda Şeibî Kerîm Nûrî , ku hêzên wan dixwazin sînorên parêzgeha Kerkûkê tev de kontrol bikin û ji wir zêdetir jî pêşve naçin.

Îro 20-10-2017, ji demjimêr 08.00ê sibê ve di navbera hêzên pêşmerge û hêzên Heşda Şeibî û yên Iraqî de şer û pevçûnên giran hene.

Serkirdeyê Heşda Şeibî Kerîm Nûrî derbarê êrîşa îro de got: “Pêşveçûna me ji bo kontrolkirina sînorên parêzgeha Kerkûkê ye û bi ti awayî em sînorên parêzgehê derbas nakin.”

Li ser vê yekê Fermandariya Giştî ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê jî daxuyaniyek belav kir û ragihand, ku mîlîsên Heşda Şeibî bi çekên amerîkî û bi beşdarbûna topxaneyên Îranê êrîşeke berfireh kirine ser hêzên pêşmerge li Pirdê.

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku heta niha hemû êrîşên wan hatine têkbirin û zêdetirî 10 hummer û tankekî abrams jî hatine jinavbirin.

Di dawiya daxuyaniyê de tê gotin: “Diyare armanca vê êrîşê ew e, ku hikûmeta Iraqê dixwaze heta sînorên dawî yê îdareya parêzgeha Kerkûkê kontrol bike.”

Bajarokê Pirdê dikeve bakurê rojavayê Kerkûkê û 55 kîlometreyan ji Hewlêrê dûr e. Pirdê ji aliyê îdarî ve bi Kerkûkê ve girêdayiye.

rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 1575 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:37:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x